TR KU SO
FB X
Cîhan

Diyarbekir | 25 gumanbarên diziyê hatin desteserkirin

Admin L
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2023 17:02

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê di operasyona "Album"ê de 25 gumanbarên diziyê hatin desteserkirin.

Li gor nûçeya AAyê Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Giştî ya Midûriyeta Emniyetê ya Parêzgehê, di çarçoveya Projeya Têkoşîna Li Dijî Sûcên Sînerjîk de, ji bo tesbîtkirina gumanbarên ku îsal di dîrokên cuda da diziya ji mal û kargehan kirine komeke taybet a analîzê ava kir.

Komê bi lêkolîna dîmenên kamerayê gumanbarên diziyê tespît kirin.

Di operasyona "Album"ê de 25 kes hatin girtin. Şikbar piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.

Gumanbarek bi tattoya li ser milê wî hat naskirin.

Gumanbarê îddîa kir ku wî ev bûyer nekiriye, destnîşan kir ku ew kesê di dîmenan de dema ku deq hatiye dîtin ew bûye. Şikbar piştî îfadeyên wan ên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.

Parve bike: