Cîhan
DMMEyê di dîroka xwe de herî zêde Tirkiye mehkûm kir
PeyamaKurd – Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) bi boneya Roja Cîhanî ya Azadiya Çapemeniyê raporek ragihand.
Di raporê de hat diyarkirin ku di dîroka Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, welatê ku herî zêde ji ber binpêkirina mafê azadiya derbirinê û ramanê hatiye mehkûmkirin Tirkiye ye.
Li gorî raporê DMMEyê di navbera salên 1959-2018an de ji ber binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) madeya 10an di 777 dozan de biryara mehkûmiyetê hatiye dayîn.
Di raporê de hat gotin, ji wan 777 mehkûmiyetan 321 yê Tirkiyê ne ku di dîroka dadgeha Ewropayê de ev rêjeya herî bilind e.
DMMEyê herwiha di sala 2018an de jî ji 40 dozên binpêkirina azadiya derbirinê Tirkiye mehkûm kiriye.