TR KU SO
FB X
Cîhan

Doh bû serokomar îro jî hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 20 nîsan 2021 20:30

PeyamaKurd – Serokomarê welatê Afrîkayê Çadê Îdrîs Debî ku doh 19ê Nîsanê cara şeşemîn hat hilbijartin, îro 20ê Nîsanê di şerekî de birîndar bû û jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Îdrîs Debî li xeta şer ya Itnoyê di pevçûneke çekdarî de bi giranî birîndar bûye û piştre jî jiyana xwe ji dest daye.

Îdrîs Debî yê 68 salî ji sala 1990î piştî serhildanekê hatibû ser kar û heta niha 6 caran ser hev bûye serokomarê Çadê.

Debî doh 11ê Nîsanê piştî encamên hilbijartinan bi fermî hatin ragihandin ji nû ve bûbû serokomar.

Parve bike: