Dorpêça Amerîkayê ya li dijî Îranê, berfireh dibe!
PeyamaKurd- Piştî ku Amerîkayê xwe ji pişt peymana Nuklerî ya bi Îranê re kişand, roj bi roj dorpêça li Îranê zêdetir dike. Roj naçe ku Amerîka ambargoyê nedeyne ser şirketeke nû.
Ofîsa Qontrolkirin (OFAC) ya Amerîkayê ji şirketên ku ji Îranê neftê distînin, xwest ku di 180 rojî de îtxalata xwe ya bi Îranê re kêm bikin. Ji ber vê yekê gelek şirketên neftê yên biyaniyan, ji bo ku xwe ji Îranê vekişînin, amadekariyan dikin.
Piştî van geşedanan niha jî şirketa neftê ya herî mezin ya bi navê “Reliance Industries”yê ya Hindistanê biryar da ku xebatên xwe yên li Îranê bide sekinandin.
Li gorî agahiyan şirketa “Reliance Industries”yê daxuyaniyek daye û gotiye ku heta dawiya vê salê em ê hemî xebatên xwe yên li Îranê bi dawî bikin û hew bi hikûmeta Îranê re bixebitin.