Cîhan
Dorpêça ser Tirkiyê bû qanûn
PeyamaKurd – Meclisa Nûneran û Senatoya Amerîkayê reşbeleka dorpêça ser Tirkiyê bi jimareyeka zêde endamên wan her dû meclisan tesdîq kiribûn lê serokê Amerîkayê Trump qanûnê veto kiribû û qanûn car din çûbû her du meclisan. Qanûna ku budçeya wezareta bergiriyê ya Amerîkayê ya bi miqdarê wê 740 mîlyar dolarî jî di nav de ye, car din hat tesdîq kirin û ji erka Trumpî derbas kir.
Qanûna ku Trump veto kir ya budçeya sala 2021 ê wê niha di meclisa nûneran û senatoyê de derbas bû û di ser 2/3 an de deng sitend û bû qanûn. Trump nema dikare veto bike.