Cîhan
Draupadi Murmu bû serokkomara Hindistanê
PeyamaKurd – Jin a bi navê Draupadi Murmu li Hindistanê bû namzeda partiya deshilat ya bi navê Bharatiya Janatayê (BJP) û di hilbijartina parlementoyê de bû serokkomar. Draupadi Murmu 64 saliyê, keça eşîretekî mezin û mamosteya xaneşîne. Murmu bû 15 em serokkomara Hindistanê.
Dengdana parlementoya Hindistanê di 8 ê temmûzê de çêbû û dê wezîfa serokkomariyê di 24 ê temmûzê de dewr bigre ji ber wezîfa serokkomarê niha ya Ram Nath Kovind di heman rojê de diqede. Murmu wê bibe duyem serokkomara Hindistanê ya jin.
Murmu li eyaleta Odîşayê li navça Mayurbhanjê li gundê Baidaposi di sala 1958 an de hatiye dinyayê. Ji qebîla mezin ya Santhalê ye. Di navbera salên 2015 û 2021an de yekem jinekî bû ku parêzgera Jarkandê bû.