TR KU SO
FB X
Cîhan

Du demokrat ji niha de bûn raqibê Trump

Admin M
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2019 18:04

PeyamaKurd- Li welatê Amerîkayê hilbijartin di 2020an de ye û ji niha de du kesên ji Demokratan bo serokatiya Amerîkayê li dijî Trump bûn namzed. Yek ji wan Julian Castro ye ku ji malbateka Meksîkî tê û di dewra Obama de wezîra geşepêdana bajarvaniyê bû. Yê din Tulsi Gabbard ku endamê meclisa temsîlkarane û leşkerekî kevne û tevli şerê Iraqê bûye.

Ev her dû kes wê li dijî Trump bo serokatiya Amerîkayê bibin namzed. Castro namzetiya xwe li Texasê bi zimanê Îngîlîzî û Îspanyolî ragihand. Gabbard jî ragihand ku wê di hefteya pêşiya me de namzetiya xwe bi fermî ragihîne.

Parve bike: