Cîhan
Du fermandarên Talîbanê hatin kustin
PeyamaKurd - Ajansa Khama Press a Afganistanê ragihand ku, çekdarên Talîbanê êrîşî hêzên ewlekariyê yên li herêma Qeyserê kirine û di şer û pevçûnan de 2 fermandarên Talîbanê hatine kuştin.
Li gorî nûçeyê ku dispêrê hêzên ewlekariyê yên girêdayî hikûmeta Afganistanê, 2 fermandarên herêmî yên tevgera Talîbanê; Qarî Abdullah û Mela Udeyd di wî şerî de hatine kuştin.
Herwiha hatiye diyarkirin 3 endamên din ên Talîbanê û fermandarekî herêmî yê Talîbanê Mewlay Îsmaîl jî birîndar bûne.
Hat ragihandin ku dîsa endamekî Talîbanê di dema çandina mayînan de li Garziyuan a herêma Faryab hatiye kuştin.