Dugin ji bo Putin: Yan bikujin, yan ji erkê bixînin!
PeyamaKurd- Zanistê Siyasetê Alexander Dugin ku wekî aqilmendê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî tê zanîn, li ser vekişîna Rusyayê ya ji Hersonê, peyameke tund belav kir.
Alexander Dugin ê ku li ser têkçûna hêzên Rus a li Hersonê hêrs bû, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî gotinên giran ji bo Vladimir Putin got.
Li gorî hin aliyan, di vê peyama ku rexne barkirî ye de Dugin bang li xelkê Rus dike ku yan Putin bikujin yan jî wî ji erkê bixînin.
Dugin di peyama xwe ya ku deng veda de wiha got:
“Em hêzeke bi teqezî dagirtî didin hikûmdar û ew jî di demeke xeternak de gel, dewlet, mirov, welatî ango me hemûyan rizgar dike. Lê tenê dema ku rizgar bike. Li ser vê rewşa heyî, divê her Rusek şînê bike û ji ber êşê diranên xwe bişidîne. Heger sivîl li ber vê yekê nekevin, ew ne Rus in.”
Her wiha hat zanîn ku Alexander Dugin, Rusê yekemîn e ku li hember binketina Putin bertek nîşan dide.