DYA balafira îkmalê ya KC-46 teslîmî artêşa Îsraîlê kir
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ji Amerîkayê 6 balafirên îkmala benzînê yên tîpa KC-46 kirîbû û niha balafira duyem teslîm sitend. Wê 4 balafirên din jî teslîmê Îsraîlê bikin lê wextê teslîmatê diyar nîne.
Balafir dê şiyanên artêşa Îsraîlê yên operasyonelî xwurt bikin, wê bikevin şûna fîloya berê û finansmana wê bi desteka leşkerî ya Amerîkayê ya bi miqdarê 3,8 milyar dolarî bê kirin.
Balafir ji aliyê şîrketa Boeingê de tên hilberîn û artêşa Îsraîlê li ser mijara balafiran got:
“Wê bi teslimata balafiran re, di şerên ku cephên wan zêdene û operasyonên ku mesafa wan dûrin de, wê şiyanên operasyonan zêdetir bikin.”
Merasima teslîm sitendina balafirê li başûrê Îsraîlê li balafirgeha Nevatimê hat kirin. Li gor çapemeniya Îsraîlê; balafirên KC-46 dê bikevin şûna balafirên KC-130 Hercules û Boeing 707an ku di artêşa Îsraîlê de kevin bûne.