Cîhan
DYA berya hilbijartinê destekê dide hukumeta Paşinyan
PeyamaKurd – Li Ermenistanê hilbijartin nêz dibe û hukumeta DYAê desteka xwe ji bo Paşinyan dubare kir.
Wezîrê karên derve yê DYAyê Marco Rubio, li payîtexta Ermenistanê li Erîvanê bi hemkarê xwe yê Ermenistanê bi Ararat Mirzoyan re hevdîtin kir.
Li gor ragihandina ajansa xeberan ya Ermenistanê Armenpressê; Rubio desteka Washingtonê ji bo Paşinyan dubare kiriye. Rubio, ji Mirzoyan re gotiye:
“Divê ez vêya yekser bêjim hem hun û hem serokwezîr, temamê tîma we ya Ermenistanê, ji bo Ermenistanê dahatûyekî baştir û rêya serxwebûnê vedike.”