TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA bi sedema têkiliyên wan bi Hîzbûllahê re heye 9 kesan xist lîsta reş

Admin M
Nivîskar
📅 21 gulan 2026 23:53

PeyamaKurd – Rêvebiriya DYAyê bi sedema pêwendiyên wan bi Hîzbûllaha Lubnanê re heye, 9 kesan xist nav lîsta reş ku di nava wan de parlementer û rayedarên bilind hene.

Berdevkê wezareta karên derve yê DYAyê Tommy Pigott ragihandinê kir û got:

“DYA îro ji ber Hîzbûllahê desthilata Lubnane kêm xistiye, 9 kesan xistiye nav lîsta reş. Sedema navên wan me xist nav lîsta reş, têkiliyên wan bi Hîzbûllahê re hene.”

Wezareta xezînê ya DYAyê bi nivîskî daxwuyanî da û di derbarê her 9 kesan agahiyan da. Li gor wezaretê; parlementerê Lubnanê û hem endamê Hîzbûllahê ku serokê konseya serokatiya Hîzbûllahê ye Muhammed Feniş, parlementerê li ser navê Hîzbûllahê kar dike, serokê medya Hîzbûllahê û parlementer İbrahim Musevi û parlementer Huseyin el-Hac Hasan xistine nav lîstê.

Balyozê Îranê yê li Lubnanê Muhammed Rıza Şeybani, berpirsê ewlehiya Tevgera Emelê Ahmed Esad Baalbeki, fermandarê milisên Başûrê Lubnanê yê Tevgera Emelê Ali Ahmed Safavi, rêvebirê ewlehiya giştî yê Lubnanê û hem serokê daîra ewlehiya netewî Tuxgeneral Hattar Nasreddin û berpirsê daîra îstîxbaratê yê Dahiye Albay Samer Hamade, bi sedema pêwendiyên bi Hîzbûllahê re xistin nav lîsta givaşê.

Parve bike: