TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA, dê vîza koçberên ji Kuba, Haiti û Venezuelayê çûne, dirêj neke

Admin M
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2024 19:34

PeyamaKurd – Wezareta ewlehiya navxwe ya DYAyê ragihand ku ew kesên koçber yên di sala 2022an de, di çarçova bernama vîza taybet de yên ji Kuba, Haiti, Nikaragua û Venezuelayê çûne DYAyê, wê vîza wan dirêj neke.

Eger koçber dixwazin li DYAyê bimînin, divê seredan cûreyên vîzên dinan bikin. Koçberên navborî ji bo 2 salan vîze sitendibûn.

Li gor bernama di sala 2022an de hatibû danîn, ji bo kesên koçber yên sponsorên wan li DYAyê hebûn, bi şertê mirovî an ji bo fêda wan koçberan li welat bibe, vîze dabûn wan û dikaribûn 2 sal li DYAyê bixebitin.

Parve bike: