TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA: Em besdarî operasyona Kampa Nûseyrayê nebûne

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 10 hezîran 2024 17:11

PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Jake Sullivan ragihand ku DYA wek leşkerî beşdarî operasyona artêşa Îsraîlê ya rizgarkirina 4 dîlên Îsraîlî ya li Kampa Nûseyrayê nebûye, tenê piştgiriya sîxurî daye Îsraîlê.

Hatibû angaştin ku di operasyona Îsraîlê ya rizgarkirina 4 dîlan de 274 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Jake Sullivan beşdarî bernameya CNNê bû  û di derbarê operasyona Îsraîlê de nirxandinan kir.

Sullivan anî ziman ku DYA di warê sîxurî û stratejiya dîlên di destê Hemasê de piştgirî daye Îsraîlê, lê belê li herêmê leşkerên Amerîkî tune ne û wan ti alîkariyeke leşkerî nedaye operasyonên ku ji aliyê Îsraîlê ve tên organîzekirin.

Di derbarê angaştên ku di hin dezgehên ragihandinê yên navneteweyî de hatin weşandin ku "DYAyê piştgirî daye hêrişa Îsraîlê ya li dijî Kampa Nûseyrayê û Îskeleya Deryayê ya Demkî ya ku DYAyê ava kiribû ji bo vê operasyonê hatiye bikaranîn" de Sullivan van angaştan red kir û got, "Ez dikarim vê yekê bibêjim, hêzên DYAyê li wê derê tune ne Leşkerên li qadê beşdarî vê operasyonê bûne û em bi awayekî leşkerî beşdarî vê operasyonê nebûn.”

Parve bike: