DYA: Îran pistgirî dide milîseyan da ku êrîsî me bikin
PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya DYAyê (PENTAGON) ragihand ku komên milîşe yên ku rejîma Îranê piştgiriyê dide wan, ji Cotmeha 2023an vir ve, li Iraq û Sûriyeyê, li dijî hêzên wan 151 êrîş pêk anîne.
Cîgira Berdevkê PENTAGONê Sabrina Singh di daxuyaniya çapemeniyê ya rûtîn de da zanîn ku komên milîşe yên li Iraqê, duh li parêzgeha Anbarê ya rojavayê Iraqê çend mûşekên balîstîkî avêtine baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li herêmê.
Sabrina Singh da zanîn ku komên milîşe yên ku rejîma Îranê piştgiriyê dide wan, ji Cotmeha 2023an vir ve, li Iraq û Sûriyeyê, li dijî hêzên wan 151 êrîş pêk anîne û got:
"Ev komên milîşe ku hêzên me yên li Iraq û Sûriyê dikin armanc, mûşekên balîstîk ji Îranê werdigirin. Ev kom ji aliyê Tehranê ve têne bi çekkirin û pişgirîkirin."
Komên milîşe yên şîa ku li Iraqê wek Heşdî Şabî têne binavkirin, di dema şerê li dijî DAIŞê de, piştî ku artêşa Iraqê têk çû, bi fermana Rêberê Olî yê rejîma îranê Ayetullah Alî Hamaneyî ve hatin damezirandin.
Piştî damezirandinê, navê van koman di gellek bûyerên binpêkirina mafê mirovan û hewlên terorî de derbaz bû û carcaran piştî berzbûna nakokiyên navbera DYA û rejîma Îranê, li dijî baregehên DYA yên Iraq û Herêma Kurdistanê êrîşan pêk dihanîn û DYAyê jî kêm caran bersivê dida van koman. Lê belê piştî 7e Cotmeha 2023yan ku li Xezzeya Filistînê şerê Hemas û Îsraîlê destpê kir, hejmara êrîşên van koman ên li dijî hêzên DYA yên li Iraq û bi taybetî yên li Herêma Kurdistanê pir zêde bûn.