TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA: Ji bo peymanê pêşdeçûn hene, niha dora Îranê ye

Admin M
Nivîskar
📅 14 nîsan 2026 20:36

PeyamaKurd – Piştî civîna li Pakistanê li payîtext Îslamabadê cîgirê serokê DYAyê JD Vance bi Fox News re hevpeyvîn kir û behsa detayên bazarkirina di navbera Amerîka û Îranê kir. Vance li ser ku çima civîn zû qediyaye û ji Pakistanê zû derketine Vance got:

“Ew heyeta Îranê ne xwediyê erkê bû ku encamê li peymanê bîne û biryarê bide. Li ser ew xalên ku em axifîbûn, diviya ji serokê dînî an ji rayedarekî dinê yê Îranê îznê bistandina. Lewra me dawî li hevdîtinan anî.”

Vance got ku ji niha û pê de, dahatûya hevdîtinan li ser nermiya Îranê maye bê wê Îran şertên DYAyê yên girîng qebûl bike an neke û weha dewam kir:

“Divê temamê alavên ku dewlemend kirine derên derveyê Îranê û soz bidin ku wê çekên nuklerî bi pêş nexin.”

Li gor agahiyên ku di bazara siyasî de digerin; DYA ji Îranê xwestiye ku heya 20 salan xebata ûranyûmê bidin rawestandin lê Îran gotiye ji 5 salan heya 10 salan dê bisekinin lê ev daxwaza Îranê ji aliyê Trump de hatiye redkirin.

Vance ragihand ku Washington ne dijminê xelkê Îranê û aboriya Îranêye û weha dewam kir:

“Em ê kêfxweş bin ku Îran bi aboriya xwe ya normal bi xelkê xwe re di nav refahê de bijî. Lê refaha Îranê û ji bo bibe xwediyê aboriya normal, ne ew e ku li pey çekên nuklerî baz bide û destekê bide rêxistinên terorê.

Eger dev ji wan çeken nuklerî û grûbên terorîst berde, wê bibe xwediyê aboriya normal. Eger Îran amade be li ser van şertan hevdîtinan bike, dibe ji bo her dû welatan peymanekî baş bê îmza kirin.”

Parve bike: