TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA: Me rasterast Îranê agahdar kir ku em ne besdarê hêrisa Samê ne

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 04 nîsan 2024 16:09

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji rejîma Îranê re rasterast ragihandiye ku bi ti awayî beşdariya wê di hêrişa li dijî nûnertiya dîplomatîk a Tehranê ya li Şamê de tune ye.

Li gorî malpera Amerîkî “Axios”, berdevkekî Encumena Asayişa Netewî ji Axiosê re diyar kiriye ku  “DYA bi ti awayî beşdarî hêrişê nebûye û haya DYAyê ji pêş ve ji hêrişê tunebû ye.”

Rayedar diyar kiriye ku DYAyê vê yekê rasterast ji Îranê re ragihandiye.

Di daxuyaniya ku duh ji aliyê artêşa Pasdaran a rejîma Îranê ve hat dayîn de, hat ragihandin ku di hêrişa mûşekî ya Îsraîlê ya li dijî avahiya konsolosxaneyê de 7 fermandarên ku di nav wan de Giştgeneral Mihemmed Riza Zahidî û Serfermandar Mihemmed Hadî Hacî Rehîmî jî hene, can dane.

Rêveberiya Tel Avîvê bi awayekî fermî berpirsyariya Hêrişa li dijî avahiya konsolosxaneya Îranê ya li Şamê negirt ser xwe.

Parve bike: