TR KU SO
FB X
Cîhan

DYA: Rêberê duyem ê DAISê hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 16 nîsan 2019 23:45

PeyamaKurd – Fermandariya Afrîkayê (AFRICOM) ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ragihand ku 14ê Nîsanê li Somaliyê di encama êrîşeke esmanî de rêveberî duyem ê DAIŞê li wî welatî, hatiye kuştin.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku hêzên esmanî 14ê Nîsanê li eyaleta Putland a Somaliyê êrîşeke esmanî bi ser armancên DAIŞê de pêk anîne û rêberê duyem ê DAIŞê Abdîhakim Kudhub hatiye kuştin.

Kudhubê ku sala 2012an ji rêxistina girêdayî El Qaîdeyê, Eş Şebabê derbasî DAIŞê bibû di nav lîsteya terorê ya Amerîkayê de cî digirt.

Parve bike: