DYA veguhestina baregehên xwe yên li Rojhilata Navîn dinirxînê
PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) aşkere kir ku piştî êrişên fuzeyî û dronên Îranê, Amerîka bîlanço û cihê baregehên xwe yên li Rojhilata Navîn ji nû ve dinirxîne. Di van êrişan de herî kêm 20 navendên serbazî û dîplomatîk ên Amerîkayê zirar dîtine.
DYA dinirxînê ku hinek baregehên xwe bibe herêmên li derveyî qada menzîla fuze û dironên Îranê. Di nav van welatên ku baregeh dikarin bên veguhastin de Îsraîl jî heye.
Plan heye ku baregeha deryayî ya li Behreynê ji nû ve were birêkûpêk kirin û hebûna serbazî ya li Kuweyt û Erebistana Siûdî were kêmkirin.
Îranê baregeha deryayî ya DYAyê ya li Behreynê gelek caran armanc girtibû; di van êrişan de herî kêm 12 avahî û 2 termînalên ragihandina peykê zirar dîtine.
Di nav vebijarkan de veguhestina navendên fermandariyê ya bo binê erdê, ava-nekirina hinek avahiyên rûxandî û belavkirina hêzan a li seranserê herêmê hene. Lê belê hîn biryara dawî nehatiye girtin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk û Navdewletî (CSIS) hesab kir ku ev şer heta niha nêzîkî 40 milyar dolar li DYAyê girtiye. Tenê lêçûna zirara li baregehên Amerîkayê di navbera 2,2 û 5,1 milyar dolarî de ye û nûkirina baregeha Behreynê bixwe 400 milyon dolar hewce dike