DYAyê balafira xwe ya ser xist
PeyamaKurd – DYAyê ragihand ku wan “bi tesadûfî” balafireke xwe ya şer li Deryaya Sor xistiye xwarê û her du pîlotên di balafirê de bi pergala rûniştina avêtinê rizgar bûne.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku wan balafira xwe ya şer "bi xeletî" li Deryaya Sor xistiye xwarê.
Li gorî nûçeya NBC Newsê, derbarê bûyerê de ji aliyê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ve daxuyaniyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dema li Deryaya Sor li ser keştiya hewayî ya USS Harry S. Truman operasyon dihat kirin, balafireke şer a F/A-18 ji aliyê keştiya keşfê ya USS Gettysburg ve bi şaşî hat gulebarankirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 pîlotên di balafirê de bi pergala kursiya jejksiyonê hatine rizgarkirin, lê di dema tehliyeyê de yek ji wan bi sivikî birîndar bûye û bûyer wek “bûyera şewata dostaniyê” hatiye nirxandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.