Cîhan
Ebadî gav li ser gavan diavêje
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî xwepêşandanên başûrê welat bernameyeke çareseriyê ragihand.
Ebadî ji bo çareseriya bêkariyê ku sedemê sereke yê xwepêşandanan e diyar kir ku ew ê 10 hezar fermanberî bigirin ser kar.
Ebadî ji bo çareseriya kêmbûna av û ceyranê jî talîmat da ku acil werin çareserkirin.
Elî Sîstanî piştgirî dabû xwepêşandêran û diyar kiribû ku divê hikûmet cewaba daxwazên wan bide.
Ev çend roj in Besra di serî de li Kerbela, Zîqar, Necef û Bexdayê li dijî gendelî û kêmbûna xizmetguzariyan xwepêşandan tên kirin.