TR KU SO
FB X
Cîhan

Ebadî: Sewata dengan komplo ye

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2018 19:35

PeyamaKurd- Bi sedema ku wê dengên hilbijartinê yên Bexdayê ji nû de bên jimartin, di depoya dengan de şewat derket. Li ser şewata dengan serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku ev komplo ye. Ebadî weha got:

“Şewştandina ambara dengan bo milletê Iraqê û demokrasiya wê komployeka bi sabotaj e. Ew kesên ku zerarê bidin ewlekariya welat û hemwelatiyan, em ê wan bi kulmên hesinî biperçiqînin.”

Muqteda Es-Sadrê ku bi komunîstan re hevkariyê kiribû û di hilbijartinan de yekemîn derketibû, got; “êdî Iraq di talûkê de ye. Iraq feqîre, sanayiya wê tine, tije yetîm, birîndar, bî, pîr û seqetin. Elektrîk, zîraet, sanayî, sermaye, bingeh tine ye, bê xizmete û sînora wê ya bê ewle heye. Li Iraqê hêjî şopa Baasê û dîktatorî heye. Şerê ku hun bo maqam, menfaat, desthilatî û hêzê dikin bese. Ma wext nehatiye ku em dawî li  desttêwerdanên derve, teqîn, teror, şer û kuştina bînin?”

Temsîlkarê mekteba Siyasî ya Sadr Ziya El Esedî got ku şewat bi zanîn hatiye kirin û armanca wê betalkirina hilbijartina ye.

Serokê meclisê Selîm El Cibûrî û cîgirê serokkomar Iyad Allawî xwestin ku hilbijartin ji nû de bên kirin.

Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind ya Iraqê ragihand ku şewata dengan li encama hilbijartinê dê bandorê nake. Ji ber ku di ofîsa netewî de kopyayên wan hene. Tenê hinek ewraqên ku yên komîseriya hilbijartinê ne, şewitîne û nehiştine ku agir derbasî ciyên ku kaxezên dengan tê de ne, bibe.

Parve bike: