Ebdulmehdî dixwaze ji nû ve vegere serokwezîrtiyê
PeyamaKurd - Çavkanîyeke sîyasî ya Iraqê ragihand ku Serokwezîr Iraqê Adil Ebdulmehdî ku îstifaya xwe dabû ragihandiye, heta hikûmeta nû were pêkanîn ew dikare li ser kar bimîne.
Li gorî daxuyaniya wê çavkaniyê bo televizyona RT ya Rûsî, Adil Ebdulmehdî poşman bûye ji biryara destvekişandina ji posta xwe ya serokwezîriyê û niha jî amadebûna xwe ya berdewamkirina serokwezîrtiyê nîşan daye ta ku hikûmeta nû were avakirin.
Li gorî wê çavkaniyê tê pêşbînîkirin ku Adil Ebdulmehdî heta hilbijartinan li ser posta xwe ya serokwezîrtiyê bimîne, lewra kabîneya raspartî bo pêkanîna hikumetê ya Mihemed Tewfîq Elawî heta niha jî nekarîye bawerîyê ji parlamentoyê bistîne.
Parlamentoya Iraqê du car in ji bo dengdana baweriyê bo kabîneya Mihemed Tewfîq Elawî dicive, lê ji ber pêknehatina beşdariyê li gorî rêjeya yasayî bêyî ti encamekê civîna kabîneyê tê paşxistin. Biryare sibe car din civîneke ne asayî bo kabîneyê were lidarxistin.