Cîhan
Ebdulmehdî û Qral Selman axivîn: Bihayê petrolê û pirsên herêmê...
PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi rêya telefonê bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz re axivî.
Serokwezîriya Iraqê derbarê pêwendiya telefonî de bi daxuyaniyekê ragihand, di pêwendiyê de Ebdulmehdî û Qral Selman mijarên têkiliyên dualî û ji bo îstiqrara bihayê petrolê jî zêdekirina hevkariyê gotûbêj kirine.
Herwiha hat diyarkirin kirin ku mijarên têkildarê herêmê jî hatine rojevê û daxwaza pêşxistina têkiliyan hatiye kirin.