Ebubekir Bexdadî reviyaye û çekdarên rêxistinê bicîh histine.
PeyamaKurd - Çeteyên ku hatin girtin ên rêxistina terorîst a DAIŞê hin tiştên veşartî yên derbarê xelîfeyê rêxistina xwe de aşkera kirin.
Li gor kanala Fox News a Amerîkayê, di raporteke derbarê DAIŞ û çarenivîsa xelîfe Ebubekir Bexdadî de hatiye amade kirin de, cîh daye daxuyaniyên çeteyên DAIŞê yên hatine girtin û aliyên veşartî yên xwe radest kirina wan çekdaran aşkera kiriye.
Bi sedan çetê ku xwe radest kirin û di kelaha dawiyê ya DAIŞê ya li gundê Baxoz a ser bi parêzgeha Dêrezorê ya li başûrê rojhilatê Sûriyê, xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê kirin û ragehandin ku Ebubekir Bexdadî reviyaye û çetêyên xwe rêxistinê bicîh hiştine.
Li gor ew çeteyên ku behs dikin, yek ji sedemê xwe radest kirina wan û şer nekirina wan jî rev û diyar nemana Ebubekir Bexdadî ya di demên herî giring ê rêxistinê de bicîh hiştina wî bûye.
Li gor heman kanala televîzyonê ku bi zimanê çavkaniyekê ve belav kiriye, diyar nemana xelîfeyê DAIŞê ji ber nakokiyên navxwe yên rêxistinê bûye.