TR KU SO
FB X
Cîhan

ECCASê, endamtiya Gabonê rawestand!

Ruken güler
Nivîskar
📅 05 îlon 2023 17:00

PeyamaKurd- Civata Aborî ya Dewletên Afrîkaya Navîn (ECCAS) ragihand ku wan endamtiya Gabonê heta ku vegere rêza destûra bingehîn, rawestandiye.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, rêberên welatên ECCASê, bi rojeva derbeya 30ê Tebaxê ya li Gabonê li Gîneya Ekvatorê li hev civiyan.

Bi biryara di lûtkeyê de hat girtin re hat diyarkirin ku endamtiya ECCASê ya Gabonê heta ku vegere rêza destûra bingehîn, hat rawestandin.

ECCAS ku navenda wê li paytexta Gabonê ya Librevilê ye, di sala 1983yan de hat damezirandin û endamên ECCASê jî welatên Angola, Burundi, Komara Afrîkaya Navîn, Çad, Komara Kongo, Komara Demokratîk a Kongoyê, Sao Tome and Principe, Gîneya Ekvatorîal, Gabon û Rwanda ne.

Parve bike: