Cîhan
Efserek û 4 leskerên Sûriyê di êrîsekê de hatin kustin
PeyamaKurd – Li gundewarên başûrê Derayê di encama êrîşeke çekdaran de, yek ji wan efser 5 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.
Malpera Arabi21 derbarê êrîşê de ragihandiye ku hin kesên nehatine naskirin li gundewarê bajaroka Tisil a Derayê êrîşî hêzên Tumena Çaran a rejîma Sûriyê kirine.
Hatiye ragihandin ku di encama êrîşa bi ser otomobîla hêzên sûrî de, efserek û 4 leşker hatine kuştin.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî piştrast kir ku kesên bi motorsiklêt bi çekan êrîşî Tumena Çaran kirine û bûne sedema kuştina wan.