Cîhan
Efserekî din yê pasdarên Îranê hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di pevçûnên ligel xwepêşanderan de, li başûrê rojhilatê Îranê efserekî pilebilind ê Îranê hat kuştin.
Supaya Pasdarên Îranê bi fermî eşkere kir, Eqîd Hemîd Reza Haşimî ku yek ji endamên Îtlaata Supaya Pasdaran e, ji ber şer û pevçûnên ligel xwepêşanderan, li başûrê rojhilatê welat hatiye kuştin.
Beriya çend rojan jî dîsa efserekî pilebilind ê Îranê li Belûçistanê hatibû kuştin.