TR KU SO
FB X
Cîhan

Eger bêm berdan û partiya min wezîfe bide min, ez ê bibim namzed

Admin M
Nivîskar
📅 25 berfanbar 2021 22:27

PeyamaKurd – Serokê berê yê HDP ê Selahattin Demirtaş ku 5 sal zêdeye di zîndana Edirneyê de zîndaniye, di rêya parêzerê xwe de di ser kanala Tele 1 ê de bersiva pirsan da. Li ser pirsa ku wê car bin bibe namzedê serokkomariya Tirkiyê an na de, got eger berya hilbijartinê ji zîndanê bê azadkirin û partiya wî wezîfê bide wî, dê bibe namzed. Demirtaş li ser gelek pirsan weha bersivan da:

“Min berê jî got partiya min çi wezîfe bide min ez amade me. Namzedî dibe an nabe, kengê roja wê were wê rêvebiriya HDP ê biryarê bide. Heya mirov nekeve pêvajoya hilbijartinê nabe ku mirov sîstema namzediyê zelal bike û niha jî hewce nîne.

Girtina HDP ê bêhûqûqiye. Tiştekî weha di raya giştî de dê weka biryara siyasî cîh bigre. Hêvî dikim ku biryarekî weha nedin. Biryar, wê pêvajoya demokratîzebûna Tirkiyê û baweriya bi siyasetê biherifîne. Eger HDP bê girtin, wê HDP alternatîvan çêbike.”

Parve bike: