"Eger garantiyên pêwîst werin dayîn, em ê şer bi dawî bikin"
PeyamaKurd - Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan diyar kir ku eger garantiyên pêwîst werin dayîn da ku pêşî li dubarebûna êrîşan were girtin, ew xwedî îradeya bidawîanîna şer in.
Pizişkiyan îro (Sêşem, 31ê Adara 2026an) bi Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE), Antonio Costa re bi têlefonê axivî.
Di axaftinê de, êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê, pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên potansiyel ên şer hatin nîqaşkirin.
Pizişkiyan diyar kir ku YE û hin welatên Ewropî li dijî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê helwestek "neyînî û alîgir" girtine û got, "Êrîşa leşkerî ya DYA û rejîma Siyonîst a li dijî Îranê ne tenê sûcek bêhempa li dijî gelê Îranê ye, lê di heman demê de binpêkirinek eşkere ya serweriya hiqûqê ye û êrîşek li ser hemî prensîb û rêzikên ku Yekîtiya Ewropayê îdia dike ku ew diparêze ye."
Pizişkiyan diyar kir ku rewşa niha ya li Tengava Hurmuzê encama êrîşên DYA û Îsraîlê ye û got, "Her destwerdana derveyî di vî şerî de bi her hincetî wê encamên xeternak hebin. Normalîzekirin bi rawestandina êrîşên DYA û Îsraîlê ve girêdayî ye. Ger garantiyên pêwîst ji bo pêşîgirtina li êrîşên din werin dayîn, em xwedî îradeya bidawîanîna şer in."
Pizişkiyan rexne li polîtîkayên Washingtonê girt û destnîşan kir ku DYA di dema hevdîtinan de du caran êrîşî Îranê kir, ev yek jî kêmbûna baweriya wan bi dîplomasiyê nîşan da.