Cîhan
Eger operasyon dewam bike, dibe sedema îhlala peymanê
PeyamaKurd- Dema li Soçiyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de hevdîtin dewam dikirin, ji Amerîkayê beyanekî hat. Yek ji rêvebirên Amerîkayê di asta bilind de, gotiye ku ew hevdîtina Putin û Erdoğan ji nêz de taqîb dikin. Rêvebir ragihandiye ku HSD ê soza ku daye bicîh aniye û eger Tirkiye operasyonê dewam bike, wê bibe sedema îhlala peymanê û di encamê de wê dorpêçan deynin ser Tirkiyê.
Rêvebir li gor agahiyên ku fermandarê HSDê dayê, HSD temamê peymana ku bi Washingtonê re çêkirine anîne cîh.