TR KU SO
FB X
Cîhan

Ehmed Sera misogerî da xirîstiyanên Sûriyê

Admin H
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2025 20:36

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di hevdîtina rojek berî sersala 2025an a serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera û şanda Xirîstiyanên Sûriyê de, rêveberiya demkî misogerî daye xirîstiyanên Sûriyê.

Civaka xirîstiyanên Sûriyê, piştî destbikarbûna rêveberiya demkî ya di bin banê Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) de, ketibûn tirsê û hin bûyerên wekî şewitandina dara sersalê ji aliyê komên HTŞê ve pêk hatibûn. Herwiha civaka xirîstiyan jî dest bi xwepêşandan kiribû û ew bûyer protesto kiribûn.

Li gorî çavkaniyên agahdar ku ji medyaya erebî re axivîne, piştî hevdîtina şanda civaka Xirîstiyan û Ehmed Şera, rêveberiya nû misogeriya parastina civaka xirîstiyan daye û Şera jî gotiye: “Hêza gelê Sûriyê ji yekîtî û pirengiya hemû pêkhateyên xwe pêk tê.”

Parve bike: