TR KU SO
FB X
Cîhan

Ekrem Keîbî: “Em ê êrîsên xwînrêjî bibin ser Amerîkayê”

Admin M
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2020 05:31

PeyamaKurd – Yek ji grûbên Haşdî Şabî grûba bi navê Nuceba ku serokê wê Ekrem Keîbiye, piştî seredana Tehranê kir û bi rêvebiriya Îranê re hevdîtinan kir, di beyana xwe de Amerîkayê tehdîd kir û weha got:

“Êrîşên ku piştî niha em ê bibin ser Amerîkayê dê firehtir û xwînrêj be.”

Ekrem Keîbî ragihandina xwe li Tehranê bo rojnamevanan kir û got Amerîka ji partiyên siyasî yên Iraqê daxwaz kiriye ku êrîşên grûbên girêdayê Haşdî Şabiyê yên ser Amerîkayê bidin rawestandin lê êrîşên ku heya niha kirine ser Amerîkayê tenê leystikên ji agirin.

Keibi, gotiye ku dê li her terefê Iraqê dê bêhtir êrîşkar bin û li ti devereka Iraqê dê ala Amerîkayê pêl nede û wê tola Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendis bistînin.

Kaibi di ragihandina xwe de gotiye ku divê hukumeta Iraqê bo derketina Amerîkayê ji Iraqê tarîxekî nîşan bike û eger Amerîka di wê wextê de dernê, wê êrîşên xwînrêjî bikin.

Serokê grûba Nucebayê Ekrem Keîbî di lîsteya terorê ya Amerîkayê de ye.

Parve bike: