El-Burhan: Siyasiyên sûcê wan sabît nînin wê serbest bên berdin
PeyamaKurd – Serokê konseya hukumraniyê yê Sûdanê orgeneral Abdulfettah el-Burhan ku di 15 ê cotmehê de dest danîbû ser rêvebiriya Sûdanê ragihand ku kesên tevlî sûcên siyasî nebûne wê hemûyan berdin. Li gor ragihandina konseyê; Burhan û cîgirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê ku ji karên Afrîkayê berpirse Mollu Phee li koşka serokkomariyê bi hevre civiyan.
Burhan soz daye ku wê di tîrmeha sala 2023 an de hilbijartin çêbibe û niyeta leşker tineye ku desthilatiya Sûdanê bike. Burhan ragihan ku bi sedema terefên siyasî lihev nekirine, dest danîne ser desthilatê û wê îznê nedin ku Sûdan bikeve nav kaosê. Burhan weha got:
“Em li sozê paymana daxwuyaniya destûrîne. Ji bo dezgeyên derbasbûna demokrasiyê temam bikin, em amdene bi temamê hêzên siyasî re bikevin nav diyalogê.”
Phee jî ragihand ku bûyerên di 25 ê cotmehê de qewimîn, binkeftiyên dewra berêne. Em ê bi her awayê destekê bidin da demokrasî ji nûh de ava bibe û xelkê Sûdanê dikare di avakirina demokrasiyê de biserbikeve.