El-Erecî: Ez lêborîna xwe ji bo qebûlkirina namzediyê radigihînim
PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayişa Netewî Qasim El-Erecî ji bo qebûlkirina namzediya xwe ya posta serokwezîrtiyê de lêborîna xwe xwest.
El-Erecî da zanîn: “Ev 9 meh in proseya siyasî rastî astengiyekê tê ku zerar daye berjewendiyên gel û niştiman û ez di wê baweriyê de me ku netewe hêjayî qurbanîdanê ye, lewra spasiya komîteya çarçove ya rêzdar dikim ku navê min ji bo posta serokwezîrtiyê berbijar kir û wiha dewam kir: “Li vir, ez lêborîna xwe ji bo qebûlkirina namzediyê radigihînim, spasî û pêzanînên xwe pêşkêşî hemû gelên Iraqê, nûner û aliyên siyasî yên ku piştgiriya xwe ji me re ragihandine dikim û em hêvîdar in ku birayên di çarçoveyê de li gorî bijardeyên xwe ji bo berjewendiya gel û welat kar bikin.
Di çarçoveya hevrêziyê de komîteyek ji bo bijartina serokwezîr pêk tê, ku ji 4 serkirdeyên rêza yekem pêk tê, bi navên Hemam Hemmûdî, Qeys Xezalî, Emmar El-Hekîm û Ebdul-Sada El-Firêcî.