TR KU SO
FB X
Cîhan

El Qaîdeya Idlibê - HTS û SMOyê ji bo serê rejîmê bikin li hev kir

Admin H
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2020 00:56

PeyamaKurd – Cephet El Nûsraya berê ya girêdayî El Qaîdeyê ku navê xwe kiriye Heyet Tahrîr El-Şam û piraniya herêma Idlibê di bin kontrola wê de ye, bi ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyê - SMO’ ku ji komên çekdar ji aliyê Tirkiyê ve  hatiye avakirin re li hev kir.

Hat ragihandin ku wê herdu rêxistin digel hev şerê rejîma Sûriyê li Idlibê bikin.

Li gorî ragihandiya BBCya Tirkî, piştî ku artêşa Sûrî li Idlibê pêşve çû Heyet Tahrîr El-Şam ku herwiha weke El-Qaîdeya li Sûrî jî tê nasîn bi SMOyê re li hev kiriye ku bi hev re şerê artêşa Sûriyeyê bikin.

Berdevkê Artêşa Neteweyî ya Sûriyê (SMO) Yûsûf Hemmûd diyar kir ku di encama vê lihevkirinê de wan nêzî hezar çekdarên xwe şandine başûr û rojavayê Idlibê da ku li dijî rejîmê şer bikin.

Parve bike: