El Sebab êrîs kir û Amerîka destekê sand Kenyayê
PeyamaKurd- Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Afrîkayê AFRICOM, li ser êrîşa rêxistina El Şebabê ku êrîş kiribû ser baregeha Amerîkayê ya li kendava Mandayê ya li welatê Kenyayê, teqwiye hêz şande baregehê. AFRICOM bûyerê bi nivîskî ragihand û weha got:
“Fermandariya Afrîkayê beşa Rojhilatê Afrîkayê ya mudaxeleyê, piştî ku El Şebabê êrîş bi ser baregeha me ya kendava Manda ya Kenyayê, bo piştekkirina baregeha hewayî, hêzên destekê gihane ciyê xwe.”
Hêza Rojhilatê Afrîka ya Mudaxeleyê, di bin fermandariya AFRICOM ê de ye û ger li Afrîkayê mudaxele bi hemwelatiyên Afrîkayê bêkirin, êrîş an pevçûn çêbibin, yekser mudaxele dike. Ev hêz ji 50 leşkeran pêk tê.
Di êrîşa Kenyayê ya ser Kendava Mandayê de ku do çêbû, leşkerekî Amerîkayê, 2 xebatkarên Pentagonê yên hevpeyman û xebatkarekî Pentagonê yê daîmî jiyana xwe ji dest dabûn.