TR KU SO
FB X
Cîhan

El Weten: Artêsa Sûriyê ber bi Bab El Hewa de diçe

Admin M
Nivîskar
📅 15 sibat 2020 04:42

PeyamaKurd- Rojnama El Wetenê ya Erebî ku rojnameya Sûriyê ye, ragihand ku artêşa Sûriyê ber bi deriyê Bab El Hewa de tê û heya 10 km dûrê derî, deveran xistiye destê xwe. Rojname dibêje ku rêya berê ya Heleb-Idlibê ku bi rêya Bab El Hewayê re digihê hev, ketiye bin destê artêşa Sûriyê.

Rojname dibêje yekîneyên artêşa Sûriyê ji bajarê Ataribê 3 km û ji deriyê Babê an ku yê navbera Heleb û Tirkiyê 7 km dûr e. Hem rejîm gundên ser rêya Ataribê yên bi navên Ûrem Kubra û Ûrem Sûxra xistiye destê xwe.

Parve bike: