Elî Zeydî û Tom Barrack li Bexdayê civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li Bexdayê bi Nûnerê Taybet ê Serokê DYAê Donald Trump, Tom Barrack re civiya.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê, di hevdîtinê de pewendiyên dualî yên navbera Iraq û DYAê, xurtkirina hevkariyên aborî û veberhênanê hatin nirxandin.
Her du aliyan bal kişandin ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziyan, kontrolkirina qeyranan û rêgirtina li berfirehbûna pevçûnan di herêmê de.
Nûnerê Taybet Tom Barrack piştî civînê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku pirsgirêkên herêmê bi tenê ji aliyê welatekî an jî hêzeke derve ve nayên çareserkirin û çareserî tenê bi hevkariya welatên herêmê pêkan e.
Barrack piştgiriya Washingtonê ji bo Iraqê dubare kir û got: "Di bin serokatiya Serokwezîr Zeydî de, Iraq di dewsa girêdayîbûnê de serweriyê, di dewsa seknan de veberhênanê û di dewsa pewendiyên serweriyê de hevkariyê hildibijêre."