Elî Zeydî:Li ser pirsgirekê Hewlerê û şerê gendeliyê axivî
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî, îro di rûniştineke taybet de li gel kanala "Al-Arabiya", stratejiya hikûmeta xwe ya derbarê mijarên ewlehî, aborî û peywendiyên derve de aşkere kir.
Zeydî bi gotinekê hişk tekez kir ku hikûmeta wî di lêkolînkirina dosyeyên gendeliyê de tu cudahiyê naxe navbera mezheb, netew û aliyên siyasî û ragihand ku ji bo tawanbaran tenê rêyek heye, ew jî vegerandina teva pereyên talankirî yên gelê Îraqê ye çimkî di vê mijarê de tu hêla wan a sor nîne.
Serokwezîrê Îraqê her wiha diyar kir ku Bexda dixwaze teva alozî û pirsên hilawistî yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn û yekcarî çareser bike û destnîşan kir ku ew paşxistin an jî sergirtina pirsgirêkan qebûl nakin daku peywendiyên her du aliyan di asteke qanûnî de bên tomarkirin.
Derbarê rewşa ewlehiyê de, Zeydî aşkere kir ku wan bi grûpên çekdar re dest bi diyalogê kiriye daku di paşerojê de çalakiyên xwe veguhêzin qada siyasî û civakî, lê hişyarî da ku piştî bidawîbûna dema diyarkirî, divê çek tenê di bin kontrola saziyên fermî û hêzên çekdar ên dewletê de bin.
Li ser asta aboriyê, navborî ragihand ku pirsgirêkên teknîkî yên derengketina dravê dolar hatine çareserkirin û niha veguhastina drav bi awayekî asayî berdewam dike; her weha li ser asta navdewletî destnîşan kir ku di nêz de dê hevpariyeke nû ya aborî û siyasî di navbera Îraq û Amerîkayê de bê ragihandin.
Serokwezîr di dawiya peyama xwe de diyar kir ku Îraq hewl dide navbeynkariyê û nêzîkbûnê di navbera Amerîka û Îranê de çêbike, welatê Siûdiyê wekî "kûrahiya stratejîk" a Bexdayê pênase kir û tekez kir ku welatê wî dê di rêxistina OPECê de bimîne, lê ji bo firotina petrolê daxwaza pareke dadperwer dike daku rê li ber her cûre valahiya aborî bê girtin.