Cîhan
Elmanya li dijî HDPê astengan derdixe!
PeyamaKurd- Hikûmeta Elmanyayê li Kolnê nehişt ku wekîlên HDPê yên berê Tuba Hezer û Ahmet Yildirim biaxivin.
Duh HDPê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê ji hikûmeta Elmanyayê destûr standibû ku mîtîngê li dar bixe. Li Kolnê li meydana Neumarkê HDPê mîtînga xwe li dar xist. Lê belê polîsan nehiştin ku wekîlên HDPê yên berê Tuba Hezer û Ahmet Yildirim biaxivin.
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ji ber ku Elmanya destûra mîtîngê dabû HDPê, dewleta Elmanyayê bi durûtiyê sûcdar kiribû. Piştî vê yekê Elmanyayê ev biryar stand ku wekîlê HDPê di mîtîngê de neaxivin. Piştî hinek nîqaşan axaftina Tuba Hezer û Ahmet Yildirim hate betalkirin.