Elon Musk: Ûkranyayê Starlink ji bo êrîşên sivîlan bikar anî
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê SpaceXê û karsazê Amerîkî yê dewlemendê Cîhanê Elon Musk ragihand ku bikaranîna xizmeta Starlinkê ya bazirganî û sivîl ji bo êrîşên bi dronan û kuştina mirovan tu carî nehatiye pejirandin û divê neyê pejirandin jî.
Musk diyar kir ku artêşa Ûkranyayê mercên bikaranîna pergala Starlinkê binpê kirine û ji bo êrîşên bi dronan bi kar anîne, lê hefteya borî ev valahî hatiye girtin.
Her wiha bal kişand ser pergaleke cuda ya bi navê Starshield ku di bin kontrola hikûmeta DYAyê de ye û anî ziman ku biryarên derbarê wê pergalê de girêdayî daxwaza rêveberiya DYAyê ne.
Musk destnîşan kir ku Starlink ji bo parastina Ûkranyayê girîngiya xwe diparêze û kompaniya SpaceX ji her şîrketa taybet zêdetir piştgirî daye parastina welêt.
Musk hişyarî da ku eger ev pergal bê girtin dê eniyên pêşîn ên Ûkranyayê tavilê hilweşin û anî ziman ku ev ne gef e, lê belê nîşandana rastiyekê ye.