TR KU SO
FB X
Cîhan

Em dageriyan ser peymana dexlê lê ji bo dexlên me pêsdeçûnekî çênebû

Admin M
Nivîskar
📅 10 mijdar 2022 02:32

PeyamaKurd – Berdevka wezîrê karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku Rûsya car din peymana dexlê qebûl kir û dageriya ser peymnanê lê ji bo hûbûbatên Rûsyayê ku wê bişandina bazara dinyayê heya niha ti pêşdeçûnekî nebûye. Zaharova got ku di wexta dirêjkirina peymanê de wê vê xalê bidin ber çav. Zaharova weha got:

“Dema peyman hat amadekirin wê bi firotina dexlê Ûkrayna re yê Rûsyayê jî bihata firotin. Biryar weha bû lê bi sedema ambargoyên Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê yên ji bo ser Rûsyayê dexlên me hêj nehatine firotin. Ez bibîrdixim ku ev paketekî bû. Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres mijarê weha dizanibû û hêvî dikim ku hêj wisa lê dinêre.

Di peymana dexlê de di beşa Rûsya de heya niha ti pêşdeçûn nebûye. Amerîka û YA yê nahêle ku berhemên çandiniyê û gubra me derê bazara dinyayê. Dema em wexta peymanê dirêj bikin em ê van tiştan jî bidin ber çav.”

Parve bike: