TR KU SO
FB X
Cîhan

''Em derxistina Iraqê ji hegemonya Tehranê didomînin''

Admin L
Nivîskar
📅 05 berfanbar 2020 15:31

PeyamaKurd –   Amerîka piştevaniya xwe ya bo hewldanên Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, yên li ser kontrolkirina komên Şîe yên li nêzîkî Îranê û derxistina Iraqê ji hegemonya Tehranê, didomîne.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo da zanîn, îdareya Amerîkayê di dema desthilata Donald Trump de 77 sizayên cûr bi cûr bi ser Îran û rayedarên Îranê de sepandine û sizadanên li ser wî welatî berdewam dikin.

Pompeo eşkere kir: “Bi rêya siyaset û guvaşên me, me karî Îranê lawaz bikin û em li ser wê siyaseta xwe ya li hember desthilatdarên Îranê jî berdewam dibin. Berdewamkirin jî ew siyaset bû ku rêkeftina Îbrahîm di navbera welatên Ereb û Îsraîlê de hat îmzekirin.”

Wezîrê Derveyê Amerîkayê diyar kir: “Em bi piştgiriya hevpeymanên xwe û bi taybetî welatên Kendavê, me karî Îran ji aliyê dîplomasî û aborî ve lawaz bikin û ji dema destbikarkirina îdareya me heta niha, 77 sizayên cûr bi cûr bi ser Îran û rayedarên wî welatî de hatin sepandin, ji ber vê yekê jî komên weke Hizbullah û Hemas ku bi alîkariya Îranê bihêz bûbûn, niha duçarî qeyrana mezin bûne.”

Mike Pompeo destnîşan kir: “Em di piştevanîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li ser hewldanên wî yên kontrolkirina komên milîs ên nêzîkî Îranê, berdewam din. Herwiha em piştevaniya gelê Lubnanê dikin ji bo redkirina desthilata gendelîya Hizbullah. Me karî zilamê herî bi hêz ê Îranê jinav bibin, ku ew jî Qasim Suleymanî bû. Em dizanin ku siyasetên me li hember Îranê bi ser ketin, çimkî niha rayedarên Îranê pir dixwazin vegerin ser maseya gotûbêjan.”

Parve bike: