TR KU SO
FB X
Cîhan

"Em ji ser re amade ne, lê em lê nagerin"

Admin L
Nivîskar
📅 14 cotmeh 2024 11:26

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Arakçî diyar kir ku ew ji bo şerê li dijî Îsraîlê amade ne, lê ji bo aştiyê dixebitin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî di civîna çapemeniyê ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuat Husên de bal kişand ser zêdebûna rageşiya leşkerî ya bi Îsraîlê re, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Arakçî got, "Em ji şer re bi tevahî amade ne û ji şer natirsin. Em ji bo aştiyeke adil li Xezze û Lubnanê dixebitin."

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçî di çarçoveya gera xwe ya welatên kendavê de hat Bexdaya paytexta Iraqê. Arakçî bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuat Huseyîn re hevdîtin kir. Piştre herduyan civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Arakçî diyar kir ku herêm ji ber êrîşên Îsraîlê di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û wiha got:

"Di demekê de ku navçe xeter û hestiyar bû, pêwîstiya me bi şêwirîna li gel welatên herêmê yên weke Iraqê hebû. Hevkarî û pêwendiya Tehran û Bexdayê her tim di geşedanên girîng ên navçeyî û navneteweyî de berdewam bû û di nav wan de têkiliyên dualî jî hebûn."

"Em ji şer natirsin"

Arakçî bal kişand ser zêdebûna rageşiya leşkerî ya bi Îsraîlê re jî got, "Em ji rewşa şer re tam amade ne û ji şer natirsin. Lê em li şer nagerin. Em ji bo aştiyeke adil li Xezze û Lubnanê dixebitin.” Wî her wiha got: "Em bi dostên xwe bi taybetî Iraqê re li ser rawestandina Rêjîma Siyonîst a Îsraîl û dabînkirina agirbestê li navçê di heman fikrê de ne."

Parve bike: