“Em wan serbest berdin an bikujin?”
PeyamaKurd – Li Nîjeryayê terorîstên ku avêtin ser dibistanê û li dora 400 xwendevanan revandin, wexta bi mezinên xwe re di rêya telefonê de axifîn, vê pirse kirin:
“Em wan serbest berdin an bikujin?”
Agahî ji devê xwendevanekî yê ku hatibû revandin lê bi sedema lewaziya xwe ji pare mabû û xwe ji komê rizgarkiribû, bo hêzên asayîşa Nîjeryayê gotibû. Xwendevanê bi navê Usama Aminu Mali yê 18 salî bi sedema nexweşîna xwe ji pare dimîne û xwe ji wan rizgar dike.
Usama, di nava xwendevanê dibistana ku roja yekşemê êrîşkerên bi motorsîklet û kleşnîkofan avêtibûn ser dibistanê û li dora 400 xwendevanan revandibûn de bû. Di dibistanê de bi temamî 839 xwendevan hene û ji wan heya niha 320 xwendevan wendane.
Tevgera revandina xwendevanan rêxistina boko Haramê girtiye ser xwe. Berê 200 keçikan jî revandibû û tevî di ser de 6 sal derbas bû, heya niha xeber ji 100 xwendevanên keç tineye.
Bo bidestxistina xwendevanan, hêzên asayîşa Nîjeryayê dest bi opreasyonan kirine.