TR KU SO
FB X
Cîhan

Emerîka û Rusya li ser Sûriyê bi hev re axivîn

Admin V
Nivîskar
📅 14 adar 2018 14:49

Serokê Sererkaniya Emerîkayê General Joseph Dunford û yê Rusyayê General Valery Gerasîmov bi telefonê bi hev re axivîn.

Sererkaniya Emerîkayê daxuyaniyek da û got ku tevî Sûriyê, li ser gelek xalên binîqaş danûstandin hate kirin.

 

Di derbarê naveroka axaftina herdu fermandaran de daxuyaniyek nehate kirin û gotin ku li ser vê mijarê jî daxuyanî nayên kirin.

Li vê derê tişta ku bal kişandî ew bû ku ev axaftin piştî daxuyaniya Generalê Rûsî Gerasîmov hate kirin. Lewra di demek nêzîk de Gerasîmov gotibû ku Emerîka niyet kiriye ku êrîşî Sûriyê bike û di rewşeke wiha de ku Sûriye were hedefgirtin û leşkerên me jî zerarê bibînin, em ê jî bersivê bidine van êrîşan.

Wezareta Parastina Emerîkayê (Pentagon) jî li ser vê daxuyaniyê bertekên xwe nîşan dabûn û gotibû ku Rusya bala mirov belav dike û agirê li Sûriyê gur dike.

Parve bike: