Emîrek jî di nav de 10 terorîstên DAISê hatin desteser kirin
PeyamaKurd - Li parêzgeha Mûsilê ya Iraqê emîrên DAIŞê jî di nav 10 terorîstên wê rêxistinê hatin desteser kirin.
Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand 10 terorîstên DAIŞê li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê di encama operasyonekê de hatine desteserkirin ku yek ji wan emîrê DAIŞê yê berê yê bi nasnavê Arîf e.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Wezareta Navxwe ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li ser zanyariyên hûr û wergirtina fermana dadgehê, hêzeke hevbeş ji Fewca 12 ya Polîsên Bihewarveçûnê ser bi Fermandariya Polîsên Neynewa, Rêveberiya Îstîxbaratê û Dije-terorê ser bi Ajansa Îstîxbarat û Lêkolîna Federalî ya Wezareta Navxwe dest bi operasyonekê kirine û di encam de 10 terorîstên paşmayên DAIŞê li taxên Nehze, Qahîre û Zehra yên aliyê çepê yên bajarê Mûsilê desteser kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Dema bajarê Mûsilê ji aliyê DAIŞê ve hatiye kontrolkirin, du ji wan çekdarên hatine girtin li saziyên emnî yên DAIŞê kar kirine, yek ji wan ser bi saziya bi navê Şerîî bûye û yên din jî cengawerên Dîwana Cund bûne.”