TR KU SO
FB X
Cîhan

Emniyeta Brîtanya zarokan wek ajan bi kar tîne

📅 20 tîrmeh 2018 23:34

PeyamaKurd - Li Brîtanya hat tesbîtkirin ku polês zarokan di operasyonên veşartî yên dijî çete û rêxistinên terorê da wek ajan bi kar tîne. Polês piştî ku zarokên endamê çeteyê digre, wan wek ajan dişîne nav heman rêxistinê.

Li gor rapora Kamaraya Lordan ku şaxa bilind a parlamentoyê ye, polês zarokan di operasyonên veşartî yên dijî çete û rêxistinên terorê da wek ajan bi kar tîne.

Çavkaniya Îstixbarata Însanî ya Veşartî ya Wezareta Karên Navxweyî (CHIS) daxwaz kir ku maweya bikaranînê ya ku zarokên 16 salî piçûktir wek ajan tên bikaranîn, ji mehekê derxin 4 mehan. Bi vê daxwazê va ev sepan eşkere bû.

Serokê Komîsyona Kontrolê ya Yasadanîna Talî Lord David Trefgame ku rapor amade kir, sepana CHISê rexne kir û wiha got: "Em bi fikar in ku ciwanek demeke dirêj di operasyoneke veşartî da were xebitandin, lewra ev tenduristiya wî ya zêhnê û fîzîkî dixe rîskê."

Di raporê da agahî nehat dayîn bê ka polêsên Brîtanî heta niha di çend operasyonên veşartî da çend zarok xebitandine. Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Karên Navxweyî hat dayîn jî ev reqam "pir kêm" e.

Di daxuyaniya wezaretê da ev sepan hat parastin û hat gotin ku di mijara çeteyan da seba destxistina agahiyan zarok "bêhempa" ne.

Polês piştî ku zarokên endamê çeteyê digre, wan wek ajan dişîne nav heman rêxistinê.

Parve bike: