Cîhan
Endamên G7 ê hatin cem hev
PeyamaKurd- Di dinyayê de dewletên herî mezin yên ku xwediyê aboriya xurtin ku û navên wan G7 e, li Fransayê li bajarê Biarritz ê hatin cem hev. Sala borî jî her 7 dewlet hatibûn cem hev û li ser hinek mijaran lihev nekiribûn. Mijarên vê carê ku dê li ser wan car din biaxifin; şerên bazirganiyê, şewatên li daristanên Amazonê, germahiya kureyî, bernama enerjiyê ya Îranê ya nukleerî, ewlekariya navdewletî û hinek mijarên din in.
Xwediyê malê serokê Fransayê Emmanuel Macron, serokê Brîtanya, Kanada, Almanya, Îtalya, Japonya û Amerîkayê pêşwazî dike.
Bo zîrweyê serokê Amerîkayê Donald Trump çû Fransayê, bi serokê Fransayê Macron re berya destpêka zîrweyê hevdîtinekî kir.